içerik yükleniyor...Yüklenme süresi bağlantı hızınıza bağlıdır!

HİNDEK HELBESTED MİN YÊN Bİ ZİMANÊ KURDÎ

 

 

 

 

 
 
 
Bînahiya çavê min î
Ronahi ya navê min î
Tu dayîk û bavê min î
Zar ü ziman dengê kurdî.
 
Nîştîman ma me nîne?
Azadî ka,me nîne 
Em çend dixwazin dîsa 
Asitî ba me nîne.
 
Ala rengîn bi roj e 
Çavê dijmin disije
Pêl dide serê çiya 
Xûyaye her çar ciya.
 
Vî heyamê hinde baş
Divê mirov nebe cahş
Gerek em pêş ve herin
Qet nemînin berûpaş.
 
Rengê Kurda şer bi şer
Sor û sipî,kesk û zer
Wehe bûka baranê
Erd û esman têna ber.
 
Dilê min bû Behra Wan'e
Kete nawa Kürdistan'ê
Serâ min weke Sîpan'e
Bihind bûye li Barzan'ê.
 
Xûna min bû Dide- Fırat 
Belav bû ser axa welat 
Di royana û rojhilat 
Ser bilindim wek Ararat.
 
Bişkênin galleê berê
Derkevin jî çemberê
Bo gotinên dijminen
Êdî nebêjin erê.
Bu yazı 24168 defa okunmuştur.
YAZARIN DİĞER YAZILARI
FACEBOOK YORUM
Yorum